Du welatiyên Îranî bi tometa sîxurîkirinê li Amerîka hatin sizadan
Ajansa Sputnik a Rûsî eşkere kir, ku herdu Îraniyan bizava komkirina zanyariyan li ser endamên Rêxistina Mucahîdî Xelq a dijberiya Îranê dikirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezareta Dadê ya Amerîka du welatiyên Îranî, bi tometa ku wan çavdêriya dezgehên Israîlî û cihûyan û rêxistina (Mucahîdî Xelq) li Amerîka kirine, sizaya zindanîkirinê li wan birrî.
Li gorî daxuyaniyeke Yekeya Ewlehiya Netewî ya Wezareta Dadê a Amerîkî, du welatiyên Îranî ku regeznameya Amerîkî bi wan re heye, be navên Ehmed Rêya Dustdar û Macid Qurbanî, bi tometa sîxurîkirinê hatine desteserkirin.
Ajansa Sputnik a Rûsî eşkere kir, ku herdu Îraniyan bizava komkirina zanyariyan li ser endamên Rêxistina Mucahîdî Xelq a dijberiya Îranê dikirin.
Ji aliyê xwe ve jî, dezgehên emnî yên Amerîka eşkere kirin, ku Macid Qurbanî, di beramber girtina çend wêneyan ji kombûneke Rêxistina Mucahîdî Xelq re li wîlayeta Los Angles, 2000 Dolar wergirtiye.
Bi tometa karkirin ji bo ziyankirinê li dijberên Îranê li Amerîka, niha ew herdu welatiyên Îranî hatine zindanîkirin û li bendî biryar dadgehê ne.
N.O