Îran Wezîrê Abûriyê ji kar dûrxist

Perlemana Îranê civîneke taybet ji bo lêpirsînê li gel Mesûd Kerbasyan, lidar xist. Di civînê de, Wezîrê Abûriya Îranê, wek berpirs li ser şikestina abûriya welatê xwe hat tometbarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Perlemana Îranê biryar da, ku wezîrê Abûriyê (Mesûd Kerbasyan) ji kar dûr bixe.

Îro Perlemana Îranê civîneke taybet ji bo lêpirsînê li gel Mesûd Kerbasyan, lidar xist. Di civînê de, Wezîrê Abûriya Îranê, wek berpirs li ser şikestina abûriya welatê xwe hat tometbarkirin.

Perlemanterên Îranê tekez kirin, ku di dema desthilata Mesûd Kerbasyan de, nirxê Tumenê Îranî gellekî nizim bû û di beramber de Dolar buha bû.

Di dawiya civînê de, Perlemanteran wezîrî abûriyê ji karên wî dûrxistin.

N.O