Îran dîsa gefa girtina Tengeava Hurmizê dike
Îranê: Em amade ne çûnûhatina keştiyên hemû welatan di nav Tengeava Hurmizê de rawestînin, heger rê li ber me bê girtin ku em wê Tengeavê bikar bînin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Supaya Qudsê ya Komara Islamî ya Îranê ragihand, ku ew amade ye çûnûhatina keştiyên hemû welatan di nav Tengeava Hurmizê de rawestînin, heger rê li ber Îran bê girtin ku wê Tengeavê bikar bîne.
Li gorî malpera Sputnik a Rûsî, fermandarê hêza deryayî ya Supaya Qudisê (Elî Reza Tengisîrî) ragihand, ku tevahiya Kendavê û Tengeava Hurmizê di bin kontrola Îranê de ye.
Elî Reza Tengisîrî got: Ger Amerîka bikaranîna wê Tengeava Hurmizê li Îran qedexe bike, wê Taran wê Tengeavê bi temamî bigire.
Biryar e di Mijdara dahatî de, Amerîka beşê diwem ji sizayên li ser Îranê bixe warê bicîkirinê de û her kompaniyeke petrolê piştî sepandina wan sizayan li gel Îranê kar bike, wê ji aliyê Amerîka ve bê sizadan.
Wek karvedan li ser wê yekê, Taran rijd e ku beramberî wan sizayan, Tengeava Hurmizê bigire.
Tengeava Hurmizê dikeve navbera herdu kendavên Faris û Umanê de û ew take riya deryayî ye, ku keştiyên petrola Kiwêt, Behrên, Îran, Iraq û Îmarat tê re derbasî Derya Hindî dibin.
N.O