Şerekî mezin li rê ye

Du şarezayên leşkerî ku yek ji wan efserê artêşa Îsraîlê ye pêşbînî dikin, şerekî mezin li Rojhilata Navîn derdikeve û aliyên sereke yên wî şerî, Îsraîl, Îran û Hizbulaha Libnanî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du şarezayên leşkerî ku yek ji wan efserê artêşa Îsraîlê ye pêşbînî dikin, şerekî mezin li Rojhilata Navîn derkeve û aliyên sereke yên wî şerî, Îsraîl, Îran û Hizbulaha Libnanî ne.

Efserê di artêşa Îsraîlê de Nedaf Bîn Hor û şarezayê karûbarên leşkerî Michael Eisenstadt di raportekê de diyar dikin, zêdebûna girjî û aloziyan li bakurê sînorê Îsraîlê, metirsiya rûbirûbûna di navbera Îsraîl û Hizbulah û Îranê li Sûriyê dirust kiriye.

Ew her du şareza dibînin ku Hizbulah û Sûriye bi hevkariya Îranê dixwazin mûşeka zîrek li Sûriye û Libnanê dirust bikin, ta bikarin Îsraîlê armanc bigirin. Herwiha Îran dixwaze Sûriyê bike xala destpêkirina proseya leşkerî li dijî Îsraîlê û xwe wek aliyekî bihêz li navçê nîşan bide.

Di raportê de amaje bi wê dikin, ji sala 2013an ve Îsraîlê 130 carî karwanên çek û teqemeniyê yên ji Hizbulah re tên şandin bombebaran kirine. Di sala 2017an de jî ew bombebaran zêde kirine û baregehên Îranê yên leşkerî li Sûriyê ne jî armanc girtine.

Ew her du şareza hişyariyê didin, ku egera derketina şer bereyên cuda cuda li ser zemîn, li esman û li deryayê, di warê zanyarî û “Cyber Security” û Internetê ji aliyê çekdarên Hizbulaha Libnanî, Îran, Sûriye, Iraq, Efganistan, Pakistan û ta digihe Yemenê jî heye.

Raport destpêkirina vî şerî bi êrîşeke din a Îranê ji Sûriyê ve li dijî Îranê, yan bombebarankirina Îsraîlê ji baregeh û kargehên dirustkirina mûşekan li Libnan û Sûriyê ve girê dide û dibe ku ew şer ji encama lêdaneke Amerîkî yan Îsraîlî ji bernameya Îranê ya atomî re dest pê bike.

Herwiha raport dibêje, dibe ku şer ji encama milmilaneya li Kendava Erebî derkeve û bigihe sînorê Îsraîlê.

Ew her du şareze hejmarek ji sînaryoyan ji wî destpêkirina şer re danîne û di sînaryoya yekem de pêşbînî dikin di destpêka sala 2019an de di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanî de dest pê bike û dê çekdarên Îranî û biyanî jî tê de beşdar bin.

Sînaryoya duyem, şer li ser xaka Sûriyê di navbera Îsraîl û hêzên Îranî û çekdar û mîlîşyayên ser bi wê ve dest pê dike.

Sînaroyaya sêyemîn, şer li ser du eniyên Libnan û Sûriyê di navbera Îsraîl û hêzên Îranî û çekdar û mîlîşyayên ser bi wê ve dest pê dike.

Sînaryoya çarem, ew her du şareza pêşbînî dikin ku şerekî herêmî derkeve, lê egera wê kêm e û dê bandora wê jî tund be, di vê sînaryoyê de Siûdiye û Îmarata Erebî jî dê hebin.  

 

S. B

Fly Erbil Advertisment