Îran: Emê Artêşa Sûryê jinû ava bikin
Wezîrê Berevaniya Îranê Emîr Hatimî ragihand, ku welatê wî piştî bidawîbûna cengê li Sûryê, wê jinû ve Artêşa Sûrî ava bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Berevaniya Îranê Emîr Hatimî ragihand, ku welatê wî piştî bidawîbûna cengê li Sûryê, wê jinû ve Artêşa Sûrî ava bike.
Di hevdîtineke televizyonî de, derbarê serdana wî ji bo Şamê û îmzekirina rêketinekê di warê berevaniya hevbeş de li gel Sûryê, Emîr Hatimî eşkere kir, ku li gorî rêketina di navbera herdu aliyan de, wê Îran Artêşa Sûryê jinûve ava bike û kargehên çek û teqemeniyan jî nûjen bike.
Derbarê egera alîkarîkirina Sûryê di warê çêkirina mûşekan de, Hatimî got: Wê alîkarî di hemû waran de be.
Wezîrê Berevaniya Îranê berî du rojan serdana Şamê kir û li gel serokê Sûryê Beşar Esed û bepirsên pilebilind ên Sûryê, li ser bizavên Amerîkî û Israîlî ji bo derxistina hêzên Îranî ji Sûryê, gotûbêj kirin.
N.O