Mezopotamya berî 2500 salan take berhemênera Bîra bû
Şûnwarzanan kevintirîn paşmayên Bîreyê li Iraqê dîtin ku dîroka wan ji bo 2500 salan vedigere.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şûnwarzanan kevintirîn paşmayên Bîreyê li Iraqê dîtin ku dîroka wan ji bo 2500 salan vedigere.
Li gorî rojnameya Hurriyet a Tirkî, fêrxwazê Diktorayê ji beşê xwarin û şaristaniya Mezopotamya li Zanîngeha Glasko (Îlsa Pêroçînî) piştrast kiriye, ku bikaranîna piroseya "Gaz Kiromatografî" derxistiye, ku berî 2500 salan, Bîra di nav denên qehfikî de li Mezopotamya hatiye parastin.
Li gorî lêkolîna Îlsa Pêroçînî, berî zayinê bi 500 salî, vexwarina Bîreyê ji aliyê welartiyên Mezopatamya ve, gellekî berbelav bû û Mezopotamya wek jêdera sereke ya Bîreyê bû.
Herwiha wê lêkolînê piştrast kiriye, ku welatê Mezopotamya kevintirîn welat e, ku Bîra berhem aniye.
N.O