Îran: Emê êrîşî her hêzekê bikin ku sînorên Hurmizê derbas bike

Serok Erkanê giştî yê hêzên çekdarên Îranê gefa rûbirûbûna wan hêzan dike ku sînorên navdewletî li Tengeava Hurmizê derbas bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Erkanê giştî yê hêzên çekdarên Îranê gefa rûbirûbûna wan hêzan dike ku sînorên navdewletî li Tengeava Hurmizê derbas bikin.

Serok Erkanê giştî yê hêzên çekdirên Îranê (Mihemed Baqerî) di civînekê de, li gel fermande û berpirsên hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran ragihand, ku Tengeava Hurmizê di bin kontrola hêzên Supaya Pasdaran de ye û her hêzeke biyanî bixwaze sînorên navdewletî li Tengeava Hurmizê derbas bike, wê hêzên Îranî bi tundî rastî wê bên.

Ev daxwiyaniya Serok Erkanê giştî yê hêzên çekdarên Îranê piştî wê yekê tê, ku duh Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragehandibû, ku Îran nikare Tengeava Hurmizê bigre.

N.O