William Robak: Em li bakurê rojavayê Sûriyê dimînin

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyan di warê xizmetguzariyê de seredana herêmên rojhilatê çemê Ferêt dike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyan di warê xizmetguzariyê de seredana herêmên rojhilatê çemê Ferêt dike.

William Robak di seredana xwe de bi serokên êl û rîsipyên rojhilatê çemê Ferêt re civiya û li gorî bernameya seredanê dê çend rojan berdewam bike.

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak di konferanseke rojnamevanî de got: “Civîneke serkeftî bû digel  berpirs û serkirdeyên hozan li Dêrezorê. Gelekî baş bû ku min ew dîtin û min guhdariya wan kir. Şêxên wan zaniyariên pir baş li ser aloziyên xwe dane min. Em dixwazin ji wan re bibêjin ku li vir bimînin û emê DAIŞê jinav bibin û aramiyê bisepînin. Weke ku serok Trump amaje pê kiriye, emê li bakurê rojhelatê Sûriyê bimînin ta DAIŞê jinav bibin û   mîlîşyatên Îranî li Sûriyê nemînin.”

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif ji K24ê re got: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hinek alîkarî ji Dêrazorê re pêşkêş kirin. Em ji tevahiya welatên cîhanê daxwaz dikin ku alîkariya me bikin, ji ber ku Dêrazor di 7 salên şer de rastî wêranî û zordariyê bûye.”