MSD cihê TEV-DEMê girt û dê hikûmetekê rabigihîne
Piştî guhertina karê Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) gûman peyda dibin ku êdî hemû projeyên wê jî dê bêne bidawîkirin.
K24 – Qamişlo
Piştî guhertina karê Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) gûman peyda dibin ku êdî hemû projeyên wê jî dê bêne bidawîkirin, lê serkirdeyên TEVDEMê dibêjin ku hemû sazî û proje dê karê xwe di bin sîwana hikûmeteke nû û MSDê de berdewam bikin. Serkirdeyên MSDê jî tekez dikin ku ji bo çareseriya krîza Sûriyê û diyaloga bi hikûmeta Sûriyê re karê xwe berdewam bikin.
Piştî bidawîbûna kongira TEV DEMê û guhertinên ku di nava sîstem û şêwazên karê xwe de çêkirin, gelek gûman li cem xelkê peyda bûne ku bi vê guhertinê re êdî hemû pirojeyên ku TEV DEMê serkêşiya wan dikir dê bidawî bibin û ji wan projeya jî federalîzm û Rêveberiya Xweser. Lê li gorî daxuyanî û serkirdeyên TEV DEMê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dê di vê qonaxa nû de serkêşiya hemû projeyan bike û bi taybet birêvebirina encûmenên sivîl di herêmên di bin kontrola hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li bakurê Sûriyê. Herwiha avakirina hikûmetekê di rojên bê de, ku van rêveberiyan li xwe bigre.
Hevserokê Desteya Karê Derve Cezîrê Ebdilkerîm Omer li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê ev sîstem dê baş cihê xwe bigire, dê MSD lêvegera wê ya siyasî be û ev hikûmeta nû ya bê ragihandin, dê hikûmeta vê deverê be û ewê hevrêziyê di navbera rêveberiyan de bike. Lê li ser erdê kar û xebatê bike û xizmetguzariyê bike, rêveberiyên xweser û encûmenên sivîl in.”
Ji aliyekî din ve û piştî kongira xwe, TEV DEMê dê nema weku aliyekî siyasî kar bike û ev yek projeyên siyasî jî dixe ji karê MSDê û bi vê yekê hemû diyalog, proje û lixwegirtina hêzên leşkerî dê bibin ji karê MSDê.
Serkirdeyên MSDê amaje bi wê yekê jî dikin, ku di vê qonaxê de li ser projeya xwe ya siyasî dê kar bikin, nemaze di warê şêwazê çareseriya krîza Sûriyê û diyaloga bi rêjîma Sûriyê re.
Endamê Encûmena Serkirde ya MSDê Hikmet Hebîb ji K24ê re got: “Ji qonaxa bê ya Karê me ve, emê deriyê danûstandinê bi hemû hêzên niştimanî yên Sûrî re vekin. Wek hûn dizanin, em di qonaxa danûstandina bi hikûmeta Sûriyê de ne û hêviya me ew e, ev yek bigihe asta diyalogê, ta Sûriyayeke nenavendî û demokratî ava bikin , ku yek ji şêwazên wê rêveberiya xweser, yan jî federalî be, li gor destûreke tewafiqî.”
Bi guhertina system û karê TEV-DEMê ku dê mîna sîwanekê ji yekîtî, sendîke û saziyên civaka sivîl re karê xwe berdewam bike. MSD ku TEV DEM yek ji damezirênera wê bû û ji gelek aliyên siyasî pêk tê dê bibe aliyê herî sereke ku rêveberiya saziyên rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriy bike, ku li gorî projeya wê hemû sîstemên rêveberiya xweser dê mîna berê kar bikin û dest bi avakirina hikûmetekê bike ku van herêman tevan li xwe digre.