Daxwazeke mezin li ser berhemên rez û baxên Dihokê heye: Xelk kalitiyê hildibijêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Daxwazeka li ser berhemên rez û baxên parêzgeha Dihokê heye. Firoşinde dilxweştir in ku li cihê wan berhemekê zêde yê navxweyî heye ji ber ku mifayekê zêdetir ê pereyî tê de heye û bikir jî ji ber tam û kalitiya wî berhemî berhev e ku pereyekê zêdetir pê bide.

Yek ji wan firoşindeyan dibêje: “Xelkê me berhev e ku 1000 dînaran zêdetir bi her kiloyeka berhemê navxweyî bide. Bo nimûne; me hirmîkên biyanî hene. kîloya wan bi du hezar heta du hevar û 500 dînaran e, lê xelk hirmîkên xwemalî bi sê hezar heta sê hezar û 500 dînaran dikirin.”

Welatiyek jî dibêje: “Ez dê fêkiyê xwemalî bikirim; xweştir e. Xoxên me ji yên biyaniyan xweştir in, hirmîk xweştir in, sêv xweştir in, hemî tiştên me ji yên biyaniyan xweştir in.”

Di nav sûkê de, daxwaza bikiran a serekî berhemê navxweyî ye, ji ber kalitiya wî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi plan ji bo zêdetir baştirkirin û bilindkirina kalitiya berhemê navxweyî û vedîtina bazaran brandkirina navê vî berhemî kar dike.

Rêveberiya Giştî ya Çandinê ya Dihokê jî hebûna berhemekê bi kalitiyeka bilind wekî daxwaza xwe ya serekî dizane û bi vê çendê jî pêngavên bi kiryar avêtine. Rêveberê rêveberiya navbirî di vî warî de dibêje: “Ligel zêdekirina berhemî, divêt kalitiya wî berhemî jî baş be.”

Rêveberê jêgotî amaje jî da: “Gelek caran kalitiya berhemî ji zêdekirina berhemî gelek baştir e ji ber ku bi bihayekê baş diçe. Lewma jî van salên dawiyê me ligel cotkaran gelek bala xwe da ser vê yekê, çi bi rêya înana veberhênanê bo nav vî kertî yan jî bi rêya van festîvalên tên rêkxistin.”

Bi baştirkirina kalitiya berhemê navxweyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kar û kiryar pêngav avêtine. Niha jî ji ber hebûna gelek kompaniyên veberhênanê û dagirtina vî berhemî, cotkar pal daye ku xwe ligel wan rêkaran biguncîne û xwe bigehîne astên bilind.