Êlên Ereb: Navçeyên me Kurdistanî ne û pêwîst e Pêşmerge vegerin

Şêx Muzahim El-Hiwêt: Navçeyên me Kurdistanî ne û her guhertinek li van navçeyan çêbibe, divê berî her tiştî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hebe

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di daxuyaniyeke taybet de, ji bo malpera Kurdistan24ê, peyvdarê êlên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê (Şêx Muzahim El-Hiwêt) got: Em wek êlên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê, me ji Amerîka re gotiye ku navçeyên me Kurdistanî ne û em pêkanîna her hêzekê li navçeyên me, bêyî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nakin.

Şêx Muzahim El-Hiwêt got jî: Bersiva Amerîka li ser daxwazên me erênî bû, Amerîka tekez kir, ku ew rê nade ti hêzeke çekdar li wan navçeyan were pêkanîn, heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê li ser razî nebin.

Herwiha got: Amerîka ji me re da xuyakirin, ku ewana pêkanîna her hêzekê bêyî razîbûna herdu Hikûmetan, weke mîlîşya dibînin û bi tundî wê yekê red dikin .

Şêx Muzahim El-Hiwêt ji Kurdistan24ê re tekez kir û got: Navçeyên me Kurdistanî ne û her guhertinek li van navçeyan çêbibe, divê berî her tiştî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hebe, neku ya Iraqê, em ji bilî hêzên Pêşmerge, hebûna ti hêzeke din qebûl nakin.

El-Hiwêt got: Divê hêzên Pêşmerge vegerin navçeyên me, ji ber ku ti hêzeke din, nikare gerentiya parastina ewlehî û aramiya wan navçeyan bike, tenê Pêşmerge Karin û berî niha jî wan parastina navçeyên me dikir.

Ev daxuyanî di demekê de ne, hejmarek ji serok êlên hin navçeyên Mûsilê, niyeta xwe ji bo pêkanîna hêzeke çekdarî, weke şêwazê Heşda Şeibî, bi piştevaniya Hikûmeta Iraqê ragihandibûn.

N.O