Îran pilaneke nû ji bo pêşxistina mûşekên balîstî amade dike

Wezareta Berevaniya Îranê pilaneke nû ji bo pêşxistina hêza mûşekî û çêkirina firoke û keştiyên cengî amade kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Îranê pilaneke nû ji bo pêşxistina hêza mûşekî û çêkirina firoke û keştiyên cengî amade kiriye.

Ajansa Îrna ji ser zimanê serokê karûbarên navdewletî di Wezareta Berevanya Îranê de (Mihemed Ehmedî) belav kiriye, ku wan pilanek nû ji bo pêşxistina çêkirina mûşekên balîstî û mûşekên Kirûz bi çendîn cor û qebareyên cuda amade kiriye.

Her li gorî wê pilana Wezareta Berevaniya Îranê, Hikûmeta Îranî dixwaze nifşekî nû ji firoke û keştiyên cengî, bi karînên serbazî yên cuda berhem bîne.

N.O