PDK diruşma xwe ji bo hilbijartinan eşkere kir
Hêmin Hewramî ji Kurdistan24ê re: Diruşma "Avakirina Kurdistaneke bihêz" diruşma lîsta 183yan ya PDKê ye ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ku 30ê vê mehê de birêve diçin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Partiya Demokrat a Kurdistanê, li ser amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ku biryar e 30ê vê mehê bên encaman, berdewam dike û diruşmên xwe ji bo hilbijartinan eşkere dike.
Endamê serkirdatiyê û serokê lîsta PDKê (Hêmin Hewramî) ji Kurdistan24ê re ragihand, diruşma "Avakirina Kurdistaneke bihêz" diruşma lîsta 183yan ya PDKê ye ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ku 30ê vê mehê de birêve diçin.
Amadekariyên PDK di demekê de ne, ku beşek ji aliyên siyasî bi awayekî nerasterast daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin, tevî PDK vê daxwazê red dike û rijd e ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bên encamdan.
N.O