Hêro Ehmed sê xalan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê datîne
Herwiha Hêro Ibrahîm Ehmed, bi awayekî nerasterast red dike ku kesek ji derveyî YNK bê namzedkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di daxuyaniyekê de, endama polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Hêro Ibrahîm Ehmed) diyar kir, ku pêwîste mafên destûrî yên Kurdan bên gerentîkirin û ew postên ji mafên Kurdan bûn, di destê Kurdan de bin.
Wek di daxuyaniyê de hatiye, postê serokatiya Iraqê, bi rêketin li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê yekalî bibû û niha jî ew dixwazin ew post ji YNK re bimîne.
Di egera ku ew post ji YNKê re nemîne, Hêro Ehmed dibêje: Divê serkirdatiya YNKê hevalekî bi ezmûn û pêbend bi YNK û bi xebat û têkoşîna berdewam ya rêbaza Mam Celal bê berbijarkirin.
Herwiha Hêro Ibrahîm Ehmed, bi awayekî nerasterast red dike ku kesek ji derveyî YNK bê namzedkirin.
N.O