Efrîn.. Ji bo standina pereyan çekdar gefa serjêkirinê li welatiyekî dixwin
Grûpên çekdar ên li Efrînê welatiyekî Kurd direvîn û di girtevîdyokê de gefê li malbata wî dixwin heger biryeke mezin ji pereyan nedin, dê wî serjê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê welatiyekî Kurd direvîn û di girtevîdyokê de gefê li malbata wî dixwin heger biryeke mezin ji pereyan nedin, dê wî serjê bikin.
Grûpeke çekdar a li Efrînê girtevîdyoyek li tura civakî belav kir û di tê de welatiyê Kurd Xesan Hesen Omer Fewzî diyar dibe û li pişt wî jî çekdarek ku kêr daye ber stûyê wî û zorê lê dike ku nameyekê ji malbata xwe re bişîne.
Çekdar ji Xesan Hesen Omer Fewzî dixwazin ku nameya xwe de birê 10 milyon Lîreya Sûriyê (zêdetir ji 20 hezar Dolar) bidin wan çekdaran, ta li ser destê wan neyê serjêkirin.
Li gor çalakvanên Efrînê, Xesan Hesen Omer Fewzî (45 salî) ji gundê Bedîna yê ser bi navçeya Mabeta ve ye, xêzandar e û 3 zarokên wî hene.
Çalakvanan dan zanîn jî, çekdaran ji berî meh û nîvekê avêtin ser mala Xesan û ew revandibûn, ligel wê jî 800 Dolar û 100 hezar Lîreya Sûrî û hinek zêr jî dizîbûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekarên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên xelkê Efrînê, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatine û têne revandin û li hember berdana wan bireke mezin ji pereyan distînin.
Berî demekê Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de gotibû, bi armanca standina pereyan, welatiyên Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve têne revandin û daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku bi erkên xwe wek dewleteke dagîrker rabe.
S. B