Nêçîrvan Barzanî bersiva serkirdeyekî YNKê dide

Nêçîrvan Barzanî: Wê hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de, li seranserî Kurdistanê bên encamdan û bila Kak Ferîd rê nede sindoqên dengdanê li Silêmaniyê bên danîn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî civîna wî li gel Berhem Salih, Serokê Hepeymanî ji bo Demokratî û dadmendiyê, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li Hewlêrê ragihand, ku ne PDK biryara hilbijartinan daye, lê ew biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dayin, ku YNKê jî bewşekî serekî yê Hikûmetê ye.

Derbarê daxuyaniyên serkirdeyê YNKê Ferîd Eseserd, ku berî niha gotibû: Heger PDK rijd e li ser encamdana hilbijartinan, bila li sînorên desthilata xwe encamp bide".  Nêçîrvan Barzanî got: Wê hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de, li seranserî Kurdistanê bên encamdan û bila Kak Ferîd rê nede sindoqên dengdanê li Silêmaniyê bên danîn.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku biryara hilbijartinan, ne ya PDKê ye, lê ya Hikûmeta Kurdistanê ye, û YNK beşekî serekî yê Hikûmetê ye û got: Heya niha kesî daxwaz ji Hikûmetê nekiriye ku hilbijartinan paş bixe.

Berî niha jî, endamê serkirdatiya PDKê Dilşad Şehab, derbarê daxuyaniyên Ferîd Eseserd ragihand, ku Ferîd Eseserd bi nefesa wan kesan diaxive, ku dixwazin Kurdistan dabeş bikin û daxuyaniyên wî, li dijî helwesta fermî ya YNKê ne û pêwîst e YNK bi xwe bersiva daxuyaniyên wî bide.

N.O