Yekîtiya Jinan a Kurdistanê 8. Kongreya xwe girê dide

Îro Duşemê 03.09.2018an bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Hewlêrê heştemîn kongreya xwe girê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 03.09.2018an bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Hewlêrê heştemîn kongreya xwe girê dide.

Yekîtiya Jinan a Kurdistanê sala 1952an li ser daxwaza Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin û ta niha 7 kongreyên xwe girê dane.

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de amade ye û destpêkê jî beşdarî pêşangeheke taybet bi dîroka xebata Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di qonaxên cuda û karên bi destên jinan hatine çêkirin, bû.

Biryar e di vê kongreyê de Sekreter û desteyeke nû bo birêvebirina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bê hilbijartin.

 

S. B