Çalakiya HDPê ya piştgîriya Ramîn Penahî hat astengkirin
Çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo Ramîn Husên Penahî, aliyê Asayîşa Tirkiyê ve bi awayekî tund hate astengkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo Ramîn Husên Penahî, aliyê Asayîşa Tirkiyê ve bi awayekî tund hate astengkirin.
Çend parlementerên HDPê ji bo şermezarkirina Hikûmeta Îranê hewl dan biçin ber deriyê Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê. Polîsan Destêwerdana çalakiya Parlementerên HDPê kir û xwenîşandana wan asteng kir.
Parlementerê HDPê Fîlîz Kerestecîoglu ragihand, di navbera Tirkiye û Îranê de bazariyeke nehênî heye û daxwaza rawestandina cezaya darvekirina Ramîn Husên Penahî kir.
Fîlîz Kerestecîoglu daxuyaniyeke rojnamevanî da û got: “Em dixwazin rê li ber bidarvekirina Ramîn Hûseyîn Penahî bigrin. Li her derê cîhanê li dijî darvekirinê xwenîşandan tên kirin. Ramîn Husên Penahî 22 salî ye û bi êşkenceyan hatiye zindanîkirin û heta niha tenê carekê kariye parêzerê xwe bibîne. Ji bo ew neyê darvekirin me xwast tacagulîneya reş deynin ber deriyê Balyozxaneya Îranê û wê şermezar bikin.”
Herwiha got: “Polîsan rê neda me û êrîşê me kir. Em nizanin Tirkiye digel Îranê di nav çi bazariyeke nehênî de ye. Le em dixwazin û bang dikin ko cezaya darvekirina Ramîn Husên Penahî were rawestandin.”
Di meha Hezîrana 2017an de 4 Pêşmergeyên Şoreşgerên Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ketin kemîneke supaya Pasdarên Îranê û di encama pevçûnan de 3 Pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Husên Penahî birîndar bûbû.
Berî 7 mehan jî, Îranê biryara bidarvekirina Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî dabû.
Dosya Ramîn Husên Penahî bûye dosyeyeke navdewletî û ta niha çendîn kesayetî û rêxistinên navdewletî daxwaza rawestandina sizaya bidarvekirina wî kirin, lê ta niha berpirsên Îranî li ser bidarvekirina Ramîn rijd in.
S. B