Riyalê Îranî bi awayekî berbiçav beramberî Dolar erzan bû
Malpera Bonbast ku çavdêriya bazara nefermî ya dirav li Îranê dike, diyar kir, ku îro Dolarek bi 128 hezar Riyalên Îranî hat firotin, di demekê de, ku duh her Dolarek bi 117.5 hezar Riyal bû.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro careke din nirxê Riyalê Îranî beramberî nirxê Dolar, bi radeyeke balkêş erzan bû.
Malpera (Bonbast) ku çavdêriya bazara nefermî ya dirav li Îranê dike, diyar kir, ku îro Dolarek bi 128 hezar Riyalên Îranî hat firotin, di demekê de, ku duh her Dolarek bi 117.5 hezar Riyal bû.
Tevî ku Hikûmeta Îranî gellek rêkar û pilan danîniye, daku rê li ber daketina nirxê Riyal bigire, lê bi sedema zêdebûna bandora sizayên Amerîkî li ser Îranê, roj bi roj Riyalê Îranî beramberî Dolar erzan dibe.
Jêder - Reuters
N.O