"Ramîn Penahî nehatiye bidarvekirin"

Emced Penahî: Hemû ew dengoyên behsa bidarvekirina Ramîn dikin nerast in, tevî ku niha Ramîn zindî ye, lê hîn jiyana wî di metirsiyê de ye û em bitirs in ku bi nişkave wî bidar vekin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji şevê din ve, hejmareke mezin ji xelkê li pêşya girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec kom bûne, daku piştevaniya xwe ji zindaniyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî re bidin xuyakirin.

Emced Hisên Penahî, birayê (Ramîn Penahî) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hemû ew dengoyên behsa bidarvekirina Ramîn dikin nerast in û got: Tevî ku niha Ramîn zindî ye, lê hîn jiyana wî di metirsiyê de ye û em bitirs in ku bi nişkave wî bidar vekin.

Emced Penahî got jî: Piştî gellek fişaran, îro rê hat dayin ku dê û bavê min Ramîn bibînin.

Ji duh ve, hejmareke mezin ji çalakvan û rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî, daxwaz dikin ku sizaya bidarvekirinê li ser (Ramîn Penahî) bê rawestandin, heya niha desthilata dadwerî ya Îranê, rijd e ku sizayê bicî bike.

Ramîn Penahî di 23/6/2017an de, bi tometa endamtiyê di partiyeke siyasî de li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Komara Islamî ya Îranê ve hatiye girtin û di 25/1/2018an de, sizaya bidarvekirinê li wî hat birrîn.

N.O