Hikûmeta Sûryê: Em taybetmendiyê nadin bakurê Sûrya

Wezîrê lihevanîna Sûrî: Divê ew Kurdên li gel Amerîka kar dikin, pişta xwe bidin Amerîka û berê xwe bidin dewleta Sûryê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê lihevanîna Sûrî Elî Heyder ragihand, serederiya dewleta Sûryê bi bakurê Sûryê re, ku niha di destê Kurdan de ye, wê mîna navçeyên din be û ti taybetmendî ji wê deverê re tine ye.

Elî Heyder ji ajansa Sputnika Rûsî re ragihand, ku ew nikarin cudahiyê têxin nav parêzgehên Sûrî yan pêkhateyên Sûrî de û taybetmendiyekê bidin pêkhateyeke Sûrî.

Bi gotina Heyder, ewê mîna her parêzgeheke Sûrî, kar li gel bakurê Sûryê bikin û ti cudahiya bakurê Sûryê ji parêzgehên din ên Sûryê tine ye.

Derbarê hebûna pêwendiyan di navbera Kurdan û Amerîka de, navhatî got jî: Divê ew Kurdên li gel Amerîka kar dikin, pişta xwe bidin Amerîka û berê xwe bidin dewleta Sûryê.

N.O