Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li serkirdatiya nû ya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê dike

Bi boneya girêdan û bidawîhatina heştemîn kongreya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê birê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya girêdan û bidawîhatina heştemîn kongreya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê birê kir.

Mesrûr Barzanî di peymana de got, “Bi boneya girêdan û bidawîhatina heştemîn kongreya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê pîrozbahiyên germ li tevahiya jinên Kurdistanê, endamên kongir û endam û kadroyên yekîtiya we dikim.

Hêvîdar im serkirdatiya nû rola xwe ya karîger di xizmeta mafên jinan bi giştî, aştiya civakî û girîngîpêdana bi babetên niştimanî û mafên mirovan de bigire ber.

Hêviya serkeftinê di kar û çalakiyên we de dixwazim. Herwiha spasiya serkirdatiya pêşî dikin ji ber ku erk û keda wan.

Roja Duşemê 03.09.2018an bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî, Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Hewlêrê dest bi girêdana heştemîn kongreya xwe kir û du rojan berdewam kir.

Yekîtiya Jinan a Kurdistanê sala 1952an li ser daxwaza Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin.

 

S. B