Serok Barzanî: Divê rola jinê di bihêzkirina Kurdistanê de hebe

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinan a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Jinan kir û ragihand, dilniya me ku Yekîtiya Jinan a Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya karîger dibe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Serok Barzanî de hat, “Bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinan a Kurdistanê gemtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî endam û rêvebirên kongra we dikim û hevdem jî pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê û endam û kadroyên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê dikim.”

Di beşeke din hat, “Bi pêwîstî dizanim destxweşî û pêzanîna xwe arasteyî serkirdatiya berê ya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bikim û pîrozbahiyê jî li xwişkên birêz ên baweriya kongreya heştemîn pê hatin beşxandin bo serkirdatiya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bikin.”

Di dawiya peyama Serok Barzanî de hat, “Dilniya me ku Yekîtiya Jinan a Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya karîger dibe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan. Di qonaxa niha de erkê we di warê hişyarkirina niştimanî û pêgihandina jinan û berevanîkirina li mafên medenî û siyasî yên jinan gelekî girîng e û divê di arasteya bihêzkirina Kurdistanê û beşdarîkirina karê jinan di jiyana giştî ya civaka Kurdistanê de be.”

S. B