Rûsya: Em amade ne navçeyên di bin destê Amerîka de bordûman bikin

CNN: Amerîka hişyarî daye Rûsya ku nêzîkî navçeyên di destê Artêşa Amerîkî de nebe û ji navçeya Tenif ya ser bi parêzgeha Himsê ve, dûr bikeve.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tora CNN a Amerîkî ji ser zimanê hin jêderên Rûsî veguhestiye, ku Rûsya du caran ji Amerîka re gotiye: Em û hêzên Hikûmeta Sûryê amade ne navçeyên di dsetê hêzên Amerîkî de li nav Rojavayê Kurdistanê û Sûryê bordûman bikin.

Li gorî tora CNN, Amerîka hişyarî daye Rûsya ku nêzîkî navçeyên di destê Artêşa Amerîkî de nebe û ji navçeya Tenif ya ser bi parêzgeha Himsê ve, dûr bikeve.

Berî niha Rûsya û Hikûmeta Sûryê daxwaz ji Amerîka kiribûn ku hêzên xwe ji navçeya Tenif derxîne, lê Amerîka ew daxwaza wan red kir.

Ji aliyekî din ve, duh Encûmena Ewlehiya Navdewletî, derbarê rewşa Sûrya civîneke taybet lidar xist û di civînê de, nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de, Nikki Haley got: Peyamek me ji bo serokê Sûrya Beşar Esed û hemû ew aliyên dixwazin çekên kîmawî bikar bînin heye, di heyama 18 mehên derbasbûyî de, min du caran li vê Encûmenê got, heger çekên kîmawî bên bikaranîn, emê bersivê bidin û di herdu caran de jî me gotinên xwe bicî kir û me bingehên rêjîma Esed bordûman kir.

Herwiha got: Niha jî ez ji rêjîma Esed û hevparên wê ji Rûsya û Îranê re dibêjim, bêzehmet hêviyan li ser bersivnedana me girê nedin.

Haley tekez kir, ku heger Esed çekên kîmawî bikar bîne, berpirsatiya wî karî di stiwê Rûsya de ye.

N.O