Li Qamişlo di navbera asayiş û hêzên rêjîma Sûriyê de şer derket.. Kuştî hene
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, li Qamişlo şer di navbera hêzên Ewlehiya Navxweyî (Asayiş) û hêzên ser bi rêjîma Sûriyê derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, li Qamişlo şer di navbera hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayiş) û hêzên ser bi rêjîma Sûriyê derket.
Peyamnêrê me da zanîn, 3 otombîlên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve derbas riya Hesekê ya li nava bajarê Qamişlo bûn û di navbera wan û hêzên asayişê de şer deket.
Li gor zanyariyên destpêkê, 13 endamên rejîmê hatin kuştin. Her wiha endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, du endam jî birîndar bûn.
Endamekî hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayiş) ji peyamnêrê K24ê re got, 3 otombîlên hêzên rêjîma Sûriyê derbasî kolana Hesekê ya li nava Qamişlo bûn û endamekî asayişê gulebaran kirin, di encamê de ew endamê asayişê canê xwe jidest da.
Aşkere kir jî, piştre jî hêzên asayişê bersiva wê hêza rêjîma Sûriyê dan û her kêm 13 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Ta niha nayê zanîn sedema derketina wî şerî çi ye, lê rewşa aloziyê li Qamişloyê berdewam e.
S. B