Hejmarek ji serkirdatiya HDKê şehîd bûn

Îro baregehên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î yên li Koyê bi mûşekan hatin armanckirin û di encamê de hejmarek ji endam û serkirdatiyên her du partiyan bûn qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro baregehên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î yên li Koyê bi mûşekan hatin armanckirin û di encamê de hejmarek ji endam û serkirdatiyên her du partiyan bûn qurbanî.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, Endama Serkirdatiya HDKê Suheyla Qadirî, Endamê Serkidatiya HDKê û Nûnerê HDKê li Hewlêrê Îbrahîm Zêweyî û Berpirsê Xizmetguzariyê yê HDKê Osman Osmanî di êrîşa li ser li ser baregeha HDKê ya li Koyê de şehîd bûn.

Lê HDK hîna bi fermî nûçeya şehîdbûna wan serkideyan belav nekiriye.

Berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) di çend daxuyaniyên ji K24ê re da zanîn jî, di encama êrîşa li ser baregeha HDKê ya li Koyê Sekreterê Giştî yê HDKê Mistefa Mewlûdî û sekreterê giştî yê berê Xalid Ezîzî birîndar bûn, lê rewşa wan her duyan niha cîgir e.

Berpirsê ewlehiyê yê HDK Karo Resûl ji K24ê re ragihand, nêzîkî 10 mûşekan baregeha HDKê ya li Koyê hat armanckirin û hejmarek ji şehîd û birîndaran. Li gor dawî amara qurbaniyên êrîşê, ta niha 14 kes şehîd bûne û 42 kesên din jî birîndar bûne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment