PDK-T: Îran bi metodên hovane nikare têkoşina Netewî - Demokrat li Kurdistanê tune bike.

Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiye (PDK-T) Şaxê Diyarbekir bi daxuyaniyekê êrîşa li ser baregehên HDK û HDK-Î yên li Koyê şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiye (PDK-T) Şaxê Diyarbekir bi daxuyaniyekê êrîşa li ser baregehên HDK û HDK-Î yên li Koyê şermezar kir û ragihand, “Rejima Melayên Îranê divê baş bizanibe ku bi van metodên hovane û tu hêz nikare têkoşina Netewî - Demokrat li seranserê Kurdistanê tune bike.”

Di daxuyaniya PDK-T hat, “Duhî rejîma Îranê bargehên HDK (Hizba Demokrata Kurdistan) û PDK-I (Parti Demokrata Kurdistana-Îran) li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Gelek serkirde û endamên herdu partiyan di vê êrişa hovane de şehîd bûn.

Em weke PDK-T (Parti Demokrata Kurdistan- Tirkiye) Şaxê Diyarbekirê vê êrişa hovane şermezar dikin û sersaxiyê ji miletê Kurd re dixwazin. Bila biraderên me yên HDK û PDK-I zanebin ku êşa wana êşa me ye, doza wana doza me ye. Bila serê malbatên şehidê Kurdistanê sax be.

Em weke PDK-T (Parti Demokrata Kurdistana – Tirkiyê) dibêjin; Rejima Melayên Îranê divê baş bizanibe ku bi van metodên hovane tu hêz nikare têkoşina Netewî - Demokrat li seranserê Kurdistanê tune bike. Heke Rejima Melayên Îranê dixwaze pirsgirêkên Îran û pirsa Kurdan li Îranê çareser bike, divê bi rêxistinên Kurdan re guftûgoyan bike, ne bombeyan bi ser wana de bibarîne.

Dinya dizane ku miletê Kurd miletek aştîxwaz e, lê ev nayê wê wateyê ku emê dev ji xebata netewi - demokrat berdin. Doza miletê Kurd dozeke rewa ye û divê bi rêbazên ji tûndûtijîyê dur were çareserkirin.”

 

Fly Erbil Advertisment