Taran corê wan mûşekan eşkere dike ku bi wan li Keleha Demokrat da

Supaya Pasdaran: Mûşekên (Fatih 110), bi hûrî li encamên xwe didin û çendîn corên cuda ji wan hene û giraniya serikê wê mûşekê nêzîkî 500 kîloyan e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Faris a Îranî ragihand, ku ew mûşekên duh Supaya Pasdaran bi wan (Keleha Demokratiyê) li bajarê Koya yê ser bi Hewlêrê ve, bordûman kiribû, ji corê (Fatih 110) bûn.

Li gorî daxuyaniyên Supaya Pasdaran, mûşekên Fatih 110, bi hûrî li encamên xwe didin û çendîn corên cuda ji wan hene û giraniya serikê wê mûşekê nêzîkî 500 kîloyan e.

Îro Supaya Pasdaran a Îranê berpirsatiya xwe li ser êrîşa li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya ragihand, ku di encamê de, 54 kes ji endamên herdu hizban bûn qurbanî.

Di daxuyaniyekê de, Supaya Pasdaran eşkere kir, ku wan bi heft mûşekên kurtavêj, êrîşî kombûneke serkirdeyên Hizbên demokrat kir û di daxuyaniya xwe de, Supaya Pasdaran wan serkirdeyên HDK û HDKÎ bi terorîst binav dike.

Supaya Pasdaran dibêje: Me ew navend wêran kir, ku têde pîlan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê dihat danîn.

Îranê eşkere kiriye, ku "Êrîş ji aliyê yekeya mûşekî ya Supaya Pasdaran, bi beşdariya firokeyên bê firokevan, hat encamdan".

Roja Şemiyê, 8ê Êlûna 2018an, (Keleha Demokrat) ku baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îran (HDKÎ) û Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) lê hene, ji aliyê Îranê ve hat mûşekbarankirin, li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, heya niha 14 kesan canê jidest dane û 40 kesên din birîndar bûne.

N.O