Hikûmeta Sûryê: HSD li ser bûyera duh lêbûrîn xwest lê em nabûrin

MSD: Hin aliyên destên wan li pişt bûyera Qamişlo hene, dixwazin danûstendinên me bi Hikûmetê re pûç bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Parêzgarê Hesekê Cayiz El-Mûsa derbarê bûyera duh li bajarê Qamişlo rûda, ji malpereke nêzîkî Hikûmeta Sûryê re ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) lêbûrîn ji Hikûmeta Sûryê xwestiye û diyar kiriye ku ew bûyer ji encama reftareke kesîtî bû ye, lê Parêzgarê Hesekê got: Hikûmeta Sûryê wê lêbûrînê qebûl nake û ewê heyfa wan kuştiyan hilîne.

Cayiz El-Mûsa got jî: Çi kes û aliyê pêwendiyê bi Amerîka re bike, di nerîna Hikûmetê de xayin e û Artêşa Sûryê, wê tevahiya axa Sûryê kontrol bike.

Ji aliyê xwe ve, Civata Sûrya Demokrat (MSD) ragihand, ku aliyên destên wan di bûyera duh a Qamişlo de heye, dixwazin danûstendinên di nav wan û Şamê de pûç bikin.

MSD di daxuyaniyekê de got: Em ji bûyera duh a li bajarê Qamişlo gellekî dilgiran in û em ji asayiş û hêzên Hikûmetê dixwazin, ku xwe bigrin û karê îstivzazî nekin û her şerek di vê demê de bê kirin, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Herwiha MSD dibêje: Me pêşwazî li vexwendina Hikûmetê ji bo danûstendinan kir û em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku baweriya me bi danûstendinan tê û em daxwaza aştiyê dikin.

Duh li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayiş) û yên hêzên rêjîma Sûryê de qewimî.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ku 3 otombêlên hêzên rêjîma Sûryê derbasî riya Hesekê ya li nav bajarê Qamişlo bûn û di navbera wan û hêzên asayişê de şer derket û ji herdu aliyan kuştî û birîndar hebûn.

N.O