“Agahî li ser çarenivîsa 45 Pêşmergeyên dîl tên”
Piştî ku di şerê li dijî DAIŞê de hejmarek ji Pêşmergeyan wek dîl ketibûn destê DAIŞê û demeke dirêj e çarenivîsa wan ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku di şerê li dijî DAIŞê de hejmarek ji Pêşmergeyan wek dîl ketibûn destê DAIŞê û demeke dirêj e çarenivîsa wan ne diyar e, lê di çend rojên bûrî de hin pêwendî bi malbatên wan Pêşmergeyên dîl re hate kirin, ku ew Pêşmerge di zîndaneke nehênî ya Heşda Şeibî de ne.
Di wê derbarê de, Nûnerê Malbatên Pêşmergeyên Dîl Îrfan Sedredîn ji K24ê re got: “Zanyariyên rast ketin destê me ku nêzîkî 45 Pêşmergeyên dîl niha li bajarê Bexdayê di zîndanekê bi navê Zîndana Nehênî de ne. Me pêdaçûn kir û bi riya çend kesan, me karî zanyarî bidest bixin ku Pêşmergeyên me li wir in. Ew zîndan nehênî ye û ser bi aliyekî ve ye.”