PDK û YNK aliyên Kurdistanî vexwendî civînekê dikin
PDK û YNK: Ji berjewendiya gelê me û hestyariya rewşê, herdu alî tekeziyê li ser yekhelwestî û pêkve karkirinê li Iraq û Kurdistanê dikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Herdu polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, daxuyaniyeke hevbeş derbarê kombûna îro belav kirin û tekezî li ser yekhelwestiyê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye: Ji berjewendiya gelê me û hestyariya rewşê, herdu alî tekeziyê li ser yekhelwestî û pêkve karkirinê li Iraq û Kurdistanê dikin û ji bo vê mebestê, wê komîteyek hevbeş berdewam di pêwendiyê de be û amadekariyên pêwîst encam bide.
Daxuyanî dibêje: Her wekî dema derbasbûyî, bi eşkere me ragihanibû, ji bo yekrêziya navmala Kurdistanê û beşdariya hemû aliyan di piroseya siyasî de, em doza lidarxistina kombûneke hevbeş li hemû aliyan dikin. Ji bo vê mebestê jî, me komîteyek erkdar kiriye, ji bo amadekirina pêdiviyên wê kombûnê.
PDK û YNK diyar kirin: Ji ber hestyariya rewşa Kerkûkê û pêwîstiya wê bi çarekirinê, biryar hat dayin ew komîteya ku di kombûna berî niha de hatibû pêkanîn, dest bi kar bike ji bo vekolandina rewşa niha yaw î bajarî û encamdana karên pêwîst.
N.O