Pêşnimêjê mizgefta Şêx Bekir a Efrînê hat girtin
Girûpên çekdar li Efrînê, bangvan û pêşnimêjê mizgefta Şêx Bekir (Şêx Mistefa Şêx Ebdilrehman) li ser riya Terneda desteser kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Girûpên çekdar li Efrînê, bangvan û pêşnimêjê mizgefta Şêx Bekir (Şêx Mistefa Şêx Ebdilrehman) li ser riya Terneda desteser kirin.
Jêderên xwecihî ji nav bajarê Efrînê ragihandin, ku piştî nimêja Înê, 7/9/2018an, Şêx Mistefa bi tometa handana xelkê li dijî binpêkirin û kiryarên bêrê yên ketîbeyên Artêşa Azad, ji aliyê girûpên çekdar ve hat girtin.
Çalakvanên bajarê Efrînê dan xuyakirin, ku Şêx Mistefa, bi koka xwe ji êla Berzencî ya li Herêma Kurdistanê ye û li nav Efrînê bi malbata Şêx Ebdilrehmanê Neqişbendî tê naskirin, ku ew malbat nûneratiya mezheba Neqişbendî li Efrînê dike.
N.O