Îran: Ger Rêkeftina Atomî hilweşe, bihêztir bernameya atomî dom dikin
Berpirsê Îranî herweha da nîşandan ku, hilweşandina rêkeftinê dê di zerera cîhana Rojava û Amerika de be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Dezgeha Enerjiya Atomî yê Komara Islamî ya Îranê Ali Ekber Salihî ji Ajansa Associated Press re diyarkir ku, hêvîdar in Rêkeftina Atomî ya 5+1 ligel Îranê, herçend Amerika xwe vekşandiye jî berdewam bike. Lê ger rêkeftin hilweşe, dê Îran bi awayek bihêztir bernameya xwe atomî bidomîn e.
Berpirsê Îranî herweha da nîşandan ku, hilweşandina rêkeftinê dê di zerera cîhana Rojava û Amerika de be.
Salihî herweha Amerika û Israil tometbar kir ku, êrîş birin e ser zanyarên Îranê ku di bernameya atomî de cîh digrin.
C.B