YNK: Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî daxwaza yekgirtinê dike
Yekîtî radighîne, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî daxwaza yekgirtinê kiriye û ew jî, daxwaza danûstandinê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtî radighîne, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî daxwaza yekgirtinê kiriye û ew jî, daxwaza danûstandinê dikin.
Îro, Civata Serkirdayetiya Yekîtî civiya û tê de rewşa Îraqê, hilbijartinên Kurdistanê û daxwazên Hevpeymaniya bo demokrasî û dadperweriyê ji bo yekgirtina ligel Yekîtî hate axaftin. Ligor daxuyaniyê, Serkirdayetiya Yekîtî Pêşwaziyê li destpêşxêriya Hevpeymaniyê dike. Ji bo destpêkirina danûstandinan şandek bilind ji bo van danûstandinan pêk hat.
Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî ji alî endamê Mekteba Siyasî yê berê yê YNK Dr. Barham Salih ve hate damezrandin û di hilbijartinên Iraqê de jî amade bû. Lê, piştî hilbijartinê bi taybetî bi egera ku ligor wan sextekarî di hilbijartinan de hatin e kirin giliyên xwe ragihandibûn
C.B