YNK dixwaze pirsa Serokatiya Iraqê yekalî bike
Îro Encûmena serkirdatiya YNK li Silêmaniyê dicive, bi mebesta destnîşankirina berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê, ku heya niha çend kes di nav YNKê de berbijar in.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo yekalîkirin û destnîşankirina berbijarê xwe ji bo posêt Serokatia Iraqê, civîneke din lidar dixe.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê ragihand, ku biryar e îro Encûmena serkirdatiya YNK li Silêmaniyê bicive, bi mebesta destnîşankirina berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê, ku heya niha çend kes di nav YNKê de berbijar in.
Duh berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya YNK Mele Bextyar ragihand, ku îro yan sibe, wê YNK biryara dawî derbarê berbijarê xwe bide û kesekî wek berbijar ji bo wergirtina wî postî destnîşan bike.
Ev jî di demekê de ye, ku duh sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Fadil Mîranî), ji beşê Kurdî yê Radyoya Dengê Amerîka re got: Tevî ku em li gel YNK bi yek pirojeyî diçin Bexdayê, lê heger rêketin di nav me de nebe, wê berbijarê me jî ji bo postê Serokatiya Iraqê hebe.
Ji aliyê xwe ve Perlemana Iraqê roja 25/9/2018an, ji bo hilbijartina Serokê nû yê Iraqê destnîşan kiriye û ew post wek salên derbasbûyî, ji pişka hêzên Kurdî ye.
N.O