Pompeo bala Îranê kişand

Di hevdîtinekî de digel kenala CNN a Amerîkî, Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo eşkere kir, wan Îran agahdar kirin e ku, eger berjewendiyên Amerîka bike armanc, dê karvedana wan hebe û Amerîka rê nade Îranê wê yekê derbas bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka gefê li Îranê dike û dibêje, Eger her êrîşek li her cihekî ji aliyê Îran an girûpên bi ser ve, li ser Amerîka bê kirin, wê demê dê bersivek bilez û tund bidin.

Di hevdîtinekî de digel kenala CNN a Amerîkî, Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo eşkere kir, wan Îran agahdar kirin e ku, eger berjewendiyên Amerîka bike armanc, dê karvedana wan hebe û Amerîka rê nade Îranê wê yekê derbas bike.

Got jî, ev demek e Îran handera darayî ya Terorê li cîhanê ye.

Herweha di twîttekê de, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, hefteya bê, dê Serokatiya civînek taybet bi Îranê li Civata Asayişa Navdewletî bikin.

 

 

C.B