Fadil Mîranî: Tenê Pêşmergên PDK berevanî li Kurdistanê kirin

Fadil Mîranî: Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi tenê berevanî li Kurdistanê kirin û Bexda neçar kirin, ku li Pîrmamê dest bi danûstendinan bike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fadil Mîranî ragihand, ku Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi tenê berevanî li Kurdistanê kirin û Bexda neçar kirin, ku li Pîrmamê dest bi danûstendinan bike.

Di çarçoveya ahenga bangeşeya lîsta 183yan ya PDK li bajarokê Xebat, Fadil Mîranî behsa rêbaza Barzanî kir û got: Ji sala 1946an ve û heya sala 1975an, PDK astê hişyariyê li cem millet bilind kir û ew birêxistin kir, heya ku millet ji hev fêm kir, ji ber ku berî niha, di warê zaravan de, welatiyên Kurdistanê ji hev fêm nedikirin û piştre astê hişyariya netewî gihişte wê radeyê, ku Pêşmergeyên ji Zaxo li Qeredax şehîd bibin.

Herwiha got: PDK partiya hemû pêkhate û olan e û ev yek bûye sedema mana PDK û pirogramê PDK li gel nerîn û xwestekên xelkên Kurdistanê bi hemû pêkhateyan digunce û ji her tiştî giringtir, rêberatiyek li nav PDK hebû, ku hemû pêkhateyan bawerî pê tanîn, ew jî Mestefa Barzanî bû, ku rehma Xweda lê be, ne li pey koşk û avahiyan digeriya, ne li pey berjewendiya xwe ya taybet ketibû û hemû Hikûmetan dixwest her tiştî ji wî re bikin, lê wî berdewam digot: Ti kêşeya min ya taybet tine ye û ez xebatê ji bo berjewendiya milletê xwe dikim û ji bo başkirina rewşa xelkê dikim û ejî yek ji vî milletî me.

N.O