Hikûmeta Herêmê êrîşa Ehwazê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa çekdarî ya Ehwaza Îranê şermezar dike û serxweşiyê li komara Îranê û malbatên qurbaniyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa çekdarî ya Ehwaza Îranê şermezar dike û serxweşiyê li komara Îranê û malbatên qurbaniyan dike.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa terorî ya li bajarê Ehwazê ya li ser numayişa leşkerî şermezar dike, ku tê de hejmarek li leşker û xelkê sivîl û medyakar canê xwe jidest dan û birîndar bûbûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat, Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbatên qurbaniyan û komara Îslamî ya Îranê dike û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran re dixwaze.

Hikûmeta Herêmê hêvî jî xwast ku kesên pêwendiya wan bi vê êrîşê re hene bên dîtin û bi sizayên yasayî bên sizadan.

Roja Şemiyê 22ê Îlonê dema numayişa leşkerî li bajarê Ehwaz a li başûrê Îranê birêve diçû, rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de jî 29 kes hatin kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûbûn.

 

S. B