Serok Barzanî: Min Dr. Fuad Husên kandîd kir û piştevaniyê lê dikim

Serok Mesûd Barzanî peyamekê derbarê diyarkirina kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) belav kir û ragihand, “Bi me xweş dibû heger aliyên Kurdistanî bi hev re li ser yek kesî lihev kiribana, lê mixabin ev yek nebû.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyamê de Serok Barzanî dibêje: “Polîtburoya PDK ez serpişk kirim ku kesekî diyar bikim ji bo kandîdbûna posta Serok Komar. Bi sedema şiyan û lêhatûyiya wî min bi baş zanî ku birêz Dr. Fuad Husên ji bo wê postê kandîd bikim.”

Li ser Dr. Fûad Husên, Serok Barzanî dibêje: “Dr. Fuad Husên çi li qonaxên şoreşa Eylul û li Serokayetîkirina Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û qonaxên din ê jiyana xwe kesekî dilsoz û destpak bûye û min baweriyeke tevahî bi şiyanên wî heye û qena'eta min jî heye ku erkên xwe bi baş bi cîh dike û li posta Serokayetiya Komar de hem ji bo gelê Kurdistanê û hem ji bo Iraqê û pêkhatên Iraqê kesekî bi sûd û xemxûr dibê.”

Herwiha di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Bi hemû şiyanekê piştevaniyê li Dr. Fuad Husên dikin û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazin.”

S. B