"Amerîka bizavên xistina rêjîma Îranê zêde kiriye"

Rudi Juliani: Rêjîma Îranê pêk hatiye ji girûpek ji tawanbaran û bikujan û kesên ku xwe bi cilê zilamên oldar nîşan didin, lê di rastiyê de, destên wan bi xwîna xelkên bêtawan sor bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Parêzerê Serokê Amerîka, Rudi Juliani tekez kir, ku rêveberiya Donald Trump rijd e li ser xistina rêjîma Taranê û bizavên xwe ji bo vê mebestê zêde kiriye.

Di daxuyaniyekê de, Juliani got: Ez nizanim emê wî karî encam bidin, dibe ku di nava çend rojan yan çend mehan yan çend salan de be, lê dereng yan zû, her divê rêjîma Îranê bê xistin, gelê Îranê jî vê yekê dixwaze, ji ber ku ew di nav destê rêjîma Taranê de asê maye.

Di dirêjiya daxuyaniya xwe de, parêzerê Trump ji rêjîma Îranê re got: Pêwîst e ew tirs di dilê Hikûmeta we de hebe, ku her emê wê biherifînin. Em wê yekê jibîr nakin ku hûn pilanan datînin, daku tawanên kuştinê li dijî xelkên me encam bidin.

Juliani got: Rêjîma Îranê pêk hatiye ji girûpek ji tawanbaran û bikujan û kesên ku xwe bi cilê zilamên oldar nîşan didin, lê di rastiyê de, destên wan bi xwîna xelkên bêtawan sor bûye.

N.O