3 Çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox hatin kuştin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, bingehên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox bordûman kirin û di encamê de 3 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, bingehên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçox bordûman kirin û di encamê de 3 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.
Berpirsê Mihwerê Mexmûrê yê hêzên Pêşmergên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibeha îro, firokeyên Hevpeymanan 27 bomb û 20 bingehên DAIŞê li çiyayê Qereçox armanc kirin û 3 çekdar ji wan kuştin.
Hin caran çekdarên DAIŞê li wan navçeyan tên dîtin û berî niha jî çend caran hêzên Pêşmerge kempînên serbazî li dijî wan encam dane û ji aliyê Hevpeymanan ve tên bordûmankirin.
N.O