3 xortên Efrînî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Girtin û revandina welatiyên Kurd ên li Efrînê bi mebesta birine pereyan li hember berdana wan, bi awayekî bê navber berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtin û revandina welatiyên Kurd ên li Efrînê bi mebesta birine pereyan li hember berdana wan, bi awayekî bê navber berdewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 2 xortên ji gundê Basûtê (Rênas Mihemed Hesen û Mistefa Cuma Hesen) dema dixwastin biçin Efrînê li rêbenda çekdaran a li gundê Turindê hatin revandin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, ew her du xort ji aliyê grûpa “Polîsa Azad” ve hatine girtin û li hember berdana wan her yekî ji wan daxwaza 500 Dolar ji malbatên wan xortan kirine.

Ji aliyekî din ve, berî du rojan jî grûpên welatiyê bi navê Ehemd Qoşo yê ji gundê Xelnêrê ji nava mala wî yê li Efrînê revandine û li hember berdana wî daxwaza bireke mezin ji pereyan kirine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve di roja 18ê Adara bûrî ve, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê wan grûpên çekdar ve têne revandin û li hember berdana wan jî daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin.

 

S. B