Bi vîdyo.. Bordûmankirina DAIŞê li Silêman Beg bibîne

Di rojên derbasbûyî de, hêzên Iraqî operasyoneke serbazî li dijî asêgehên DAIŞê li devera Silêman Beg a ser bi Parêzgeha Diyala ve û li bilindahiyên Hemrîn destpê kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Navenda medya emnî ya Iraqî, çend girte vîdyoyên bordûmankirina çekdarên DAIŞê li devera Silêmanê Beg belav kir.

Wek di wan girteyan de diyar dibe, otombêl û tunêl û bingehên DAIŞê tên armanckirin û bi riya kopteran tên bordûmankirin.

Heya niha rêjeya ziyanên canî û madî ku ji encama wan êrîşan li çekdarên DAIŞê bûye, nehatiye zanîn.

Di rojên derbasbûyî de, hêzên Iraqî operasyoneke serbazî li dijî asêgehên DAIŞê li devera Silêman Beg a ser bi Parêzgeha Diyala ve û li bilindahiyên Hemrîn destpê kirine.

N.O