Komisyon: Hin binpêkirin li bingehên dengdanê hatin tomarkirin
Aram Necmedîn: Li sînorê parêzgeha Hewlêrê ti kêşe di piroseya dengdanê de çênebûye û hemû pêdivî hatine peydakirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê Aram Necmedîn, di kongirekî rojnamevanî de, ragihand ku hin binpêkirin di piroseya dengdana taybet de, li nav hin bingehên dengdanê hatine tomarkirin û niha pêdeçûna li ser wan têkirin.
Aram Necmedîn diyar kir, ku hejmarên mezin ji dengderan ji dema destpêkirina piroseyê hatin bingehên dengdanê û gellek qerebalixî çêbû û got: Me daxwaz ji dengderan kir, ku lezê nekin, ji ber ku hemû dikarin di dema diyarkirî de, dengê xwe bidin.
Got jî: Yek ji kêşeyan ew bû, ku belgenameyên pêwîst ji bo dengdanê bi hin dengderan re nebûn. Em daxwazê ji dengderan dikin ku regezname yan karta niştimanî û pasportan li gel xwe bînin, ji ber ku berî niha hatibû ragihandin ku ew nikarin bi nasnameyê deng bidin.
Necmedîn tekez kir, ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê ti kêşe di piroseya dengdanê de çênebûye û hemû pêdivî hatine peydakirin.
Herwiha balkişand ser wê yekê, berî niha wan tekez kiriye ku nabe kamîreyên kenalên ragihandinê derbasî nav bingehên dengdanê bibin û bi ti awayî nabe wêneyên dengderan di dema dengdanê de bigirin.
N.O