Li Koya êrîşî hejmarek ji Pêşmerge û kadirên PDK hat kirin
Berpirsê Komîteya Nawçeyî ya PDK li Koya: Pêşmergên Komîteya Navçeyî li Koya çûn bingehên dengdanê, lê sivkatî bi wan hat kirin û rê li wan hat girtin û nehiştin ku dengê xwe bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Pêşmergeyekî ser bi Liqa 24an a Sefîn ragihand, ku îro li bingeheke dengdanê li Koya, sivkatî bi wî hat kirin û rê li ber wî hat girtin ku dengê xwe bide û berpirsê Komîteya Navçeyî ya PDK li Koya ragihand, ku çek li wan hat kişandin û bi dest û kulman êrîşî wan hat kirin.
Li ser wê yekê, Berpirsê Komîteya Nawçeyî ya PDK li Koya diyar kir, ku Pêşmergên Komîteya Navçeyî li Koya çûn bingehên dengdanê, lê sivkatî bi wan hat kirin û rê li wan hat girtin û nehiştin ku dengê xwe bidin.
Got jî: Ji bo çarekirina kêşeyê, me pêwendî bi qayimqamê Koya re kir, wî jî soz da kêşeyê çare bike, lê dema em çûn, derket ku ew jî nikare rewşê kontrol bike.
Zelal jî kir, ku rewşeke nexweş li nêzîkî bingehên dengdanê heye û gellek efser û hêzên asayişê li nêzîkî bingehan hatine belavkirin û got: Mema wan nas kirin em kadirên PDK ne, bi dest û kulman êrîşî me kirin û çek li me kişandin û hin dost û meriv ketin nav me de û em paratin.
N.O