Bi belge.. Mele Bextyar hilbijartinan binpê dike

Berpirsê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextyar, piştî demekê ji bêdengiyê, îro di peyamekê de rênimayên Komisyona Bilind a Hilbijartinan binpê kir û bangeşe ji bo lîsta YNKê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Berpirsê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextyar, piştî demekê ji bêdengiyê, îro di peyamekê de rênimayên Komisyona Bilind a Hilbijartinan binpê kir û bangeşe ji bo lîsta YNKê kir.

Duh di kongirekî rojnamevanî de, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, tevahiya alî û lîstan hişyar kir, ku ji sibeha îro ve û berî destpêkirina dengdana taybet, divê bangeşeya hilbijartinan bê rawestandin û pêwîst e aliyên siyasî pêbendî vê yekê bin.

Di peyamekê de, ku nîvroya îro di malpera Çawdêr hatiye belavkirin, Mele Bextyar ji dengderan xwestiye ku deng bidin lîsta YNK.

Ev helwesta Mele Bextyar piştî wê yekê tê, ku nakokî di navbera wî û serkirdatiya YNK de çêbibû, bi taybet piştî berbijarkirina Berhem Ehmed Salih ji bo Serokatiya Iraqê, vê yekê hiştibû, ku Mele Bextyar civîna serkirdatiya YNK baykot bike û di kempînên bangeşeya YNKê de ti beşdariyeke berbiçav nekir.

Ew binpêkirina Mele Bextyar hevdem bû li gel hin binpêkirinên din, ku ji aliyê hin hêzên bajarê Koya ve hatin kirin û wan hêzan astengî ji Pêşmerge û kadirên PDK re çêkirin û nehiştin ku dengên xwe bidin.

N.O