Zafir El-Anî: Em piştevaniya Fûad Hisên dikin
Zafir El-Anî: Baweriya me bi wî berbijarî heye, ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye diyarkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serkirde di Hevpeymaniya El-Qerara de, bi serokatiya Usame Nucêfî ragihand, ku pêwîst e firakisyonên Kurdistanê, di nav xwe de berbijarekî ji bo Serokatiya Iraqê yekalî bikin û kesekî ji bo wî postî berbijar bikin.
Zafir El-Anî tekez kir, ku baweriya wan bi wî berbijarî heye, ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye diyarkirin.
El-Anî amaje bi wê yekê jî kir, ku Fûad Hisên kesekî hêjayî ye postê Serokatiya Iraqê werbigire û ew kare bi başî erkên xwe bicî bike.
N.O