PYD daxwaza berdewamkirina danûstendinan ji Rêjîmê dike

Şahoz Hesen: Rêketina Tirkiyê û Rûsya derbarê Idlibê, Sûryê parçe dike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, ku danûstendinên wan li gel rejîma Sûryê hatine rawestandin û PYD daxwaza berdewamkirina danûstandinan dike.

Şahoz Hesen tekez kir, ku ew li gel danûstendinan in û derbarê rewşa Idlibê got: Amerîka bi bihaneya parastina sivîlan helwest derbarê  parêzgeha Idlibê da, lê di dema êrîşa Tirkiyê de li ser Efrînê Amerîka ti helwest neda û bêdengî hilbijart û bi sedan welatiyên sivîl hatin kuştin. 

Hesen diyar kir, ku rêketina Tirkiyê û Rûsya derbarê Idlibê, Sûryê parçe dike.

Hin jêderên haydar ragihandin, ku derbarê rêketina Idlibê, nakokî di nav Tirkiye û Rûsya de derketine.

Li gorî wan jêderan, Tirkiye û Rûsya li ser çar xalan ji xalên rêketina Idlibê nakok in. Bi gotina wan jêderan, Rûsya xwestiye berfirehiya Navçeya Bêçek 20 Km be û Tirkiyê dixwaze tenê 15 Km be.

Li aliyekî din, Rûsya dixwaze herdu riyên Heleb-Laziqiyê û Heleb-Hema di bin destê rêjîmê de bin, lê Tirkiye dixwaze ew herdu rê di bin serperiştiya Enqerê û Mosko di bin.

Derbarê xala sêyem, jêderan diyar kirin, ku Tirkiye dixwaze tundrewên niha li parêzgeha ne, derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê bike, lê Rûsya dixwaze şerê wan bike.

Li ser wê yekê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, ku ew qebûl nakin terorîstên li Idlibê ji bo cihekî din bên veguhestin û divê ew çekdar bên jinavbirin.

Ji bo xala çaran jî, heman jêderan dan xuyakirin, ku Rûsya dixwaze rêketina wê û Tirkiyê li ser Idlibê demkî be, lê Tirkiye dixwaze dema wê berdewam be.

Berî niha çendîn civîn û hevdîtin di navbera hin berpirsên rêjîma Sûryê û yên HSD û YPGê de, li Qamişlo û Şamê hatibûn lidarxistin û derbarê wan civînan Hevseroka berê ya Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed diyar kir, ku di civînan de, wan û rêjîma Sûryê tenê besha pirsên xizmetkarî kirine.

N.O