Hêvî Heyaf dev ji Tevgera Goran berda

Hêvî Heyaf: Piştî mirina rewanşad Newşîrwan Mistefa, Tevgera Goran ji rêbaza wê hat dûrxistin û ti dijatiyek nema û li beramberî min nehat kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Di daxuyaniyekê de, ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêvî Heyaf ragihand, ku ti pêwendiya wê bi wê tevgerê re nema ye.

Hêvî Heyaf nivîsiye: Ez Hêvî Heyaf Bekir im, berpirsa berê ya Tevgera Goran û endama Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ya Tevgera Goran, ji vê kêlîkê ve, ti pêwendiya min bi Tevgera Goran re nema ye.

Herwiha nivîsiye: Piştî ku di dema derbasbûyî de, bi rijdbûneke mezin baweriya min bi rêbaza Goran hebû û min kar ji bo biserxistina Tevgera Goran kir, lê piştî mirina rewanşad Newşîrwan Mistefa, Tevgera Goran ji rêbaza wê hat dûrxistin û ti dijatiyek nema û li beramberî min nehat kirin û ji vê kêlîkê ve, ez ne amade me bibim sûtemenî di nav wan baskên ku di nav Goran de çêbûne, berî niha jî min Kordînatorê Giştî û gellek berpirs haydar kir, ku ha ji vê rewşê hebin û min ji wan re got, ku ezê helwesta xwe bidim xuyakirin.

Hêvî Heyaf behsa wê yekê jî kiriye, ku ewê di rojên dahatî de, daxuyaniyeke din belav bike.

Ji ber ku ew daxuyaniya Hêvî Heyaf tenê li ser rûpela Facbookê hatiye belavkirin, Kurdistan24 pêdeçûnê li ser wê mijarê dike û heya niha gellek jêderan ew nûçe ji K24ê re piştrast kirine, lê tevî wê yekê jî, K24ê xwest pêwendiyeke telefonî li gel Heyaf encam bide, lê mobayla wê girtî bû.

N.O