Kurdistan biryarê dide

Îro Yekşemê 30î Îlona 2018an dengdana giştî bo hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê birêve diçe û 32 lîste û hevpeymanî rikberiyê li ser bidestxistina pirtirîn dengan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Yekşemê 30î Îlona 2018an dengdana giştî bo hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê birêve diçe û 32 lîste û hevpeymanî rikberiyê li ser bidestxistina pirtirîn dengan.

Li gor rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ji 2 milyon û 914 hezar û 992 kesan re mafê dengên heye. Li parêzgehên Kurdistanê jî bi vî awayî dengder belav dibin:

Li parêzgeha Hewlêrê yek milyon û 36 hezar û 414 dengder, parêzgeha Dihukê 677 hezar û 797 dengder, li parêzgeha Silêmaniyê jî yek milyon 134 hezar û 760 dengder dibin.

Bo birêvebirina proseya dengdanê, komisyona hilbijartinê yek hezar û 260 binkeyên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê vekiriye, ku dike 5 hezar û 933 kabîneya dengdanê. Herwiha 42 hezar û 170 karmend serperiştiya birêveçûna hilbijartinan dikin. Herwiha 773 (532 peya, 241 jin) berbijar ji lîsteyên cuda li ser kursiyên parlemantoyê rikberiyê dikin.

Parlemantoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê, ji nava wan 11 kursî bi vî awayî ji pêkhateyan re hatine terxankirin: 5 ji bo Xiristiyanan, 5 ji Tirkmenan û kursiyek ji bo Ermenan e.

Ji piştî Raperîna Adara 1991an a gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis û ta îro 4 xuleyên parlemantoya Kurdistanê birêve çûne, îro jî hilbijartina xula pêncemîn birêve diçe.

Koma hejmara kesên ku mafê dengdanê li Herêma kurdistanê hene, 3 85 hezar û 461 kes in, ji nava wan 174 hezar û 148 kes ku Pêşmerge û hêzên navxwe ne, duhî di dengdana taybet de dengên xwe dabûn.

 

S. B